Li Belçîkayê, enflasyon ji ber zêdebûna bihayên enerjiyê bilindbûna xwe domand.. Daneyên Statbelê destnîşan kirin ku enflasyon ji sedî 3,97an gihîşte sedî 4,69an..

Di Îlonê de bihayên sotemenî, gaza xwezayî û elektrîkê herî zêde zêde bûn.. Rêwîtiyên organîze û sotemeniya kalorîferan jî bihayên wan bilind bûn.. Bihayên bilêtên balafiran, goşt û vexwarinan kêmbûneke piçûk nîşan dan..

Enflasyona bingehîn ji sedî 2,99an derket 3%an, bêyî enerjî û xwarinên xav.. Enflasyona bi endeksa tenduristiyê jî ji sedî 3,44an derket 4%an..