Konseya Yekîtiya Ewropayê, pakêta dermanan a bi guhertinên berfireh pesend kir.. Daneyên testên pêş-klînîk yên şîrketên dermanan heşt salan tên parastin..

Dermanên nû li hember reqîbên jenerîk salek parastina bazarê bidest dixin.. Ger derman pîvanên nûjeniyê bicîh bîne, ev dem salek tê dirêjkirin.. Dermanên sêwî yên ji bo nexweşiyên kêm 9 salan parastina bazarê distînin..

Welatên endam dikarin ji şîrketan daxwaz bikin ku dermanan têra xwe peyda bikin.. Pakêta dermanan, piştî erêkirina Parlamenê, dê di Rojnameya Fermî de were weşandin..