Ajansa Ewlekariya Hewayî ya Ewropayê ji bo esmanê Siûdî hişyarî da firokexaneyan.. Ev hişyarî ji ber zêdebûna alozî û êrişên Hûsîyan li Rojhilata Navîn e..
EASA'yê, ji ber van êriş û rîskan, bulteneke nû ya agahdariyê weşand.. Di bultenê de hate gotin şerê DYE û Îranê rewşê bêîstiqrar kiriye.. Hûsîyan êrişên xwe yên bi mûşek û balafirên bêmirov li ser Siûdîyê zêde kirine..
Ew bajaran wekî Riyad, Tebûk û Yanbû bi sîstemên xwe hedef digirin.. Ji ber van tevgeran rîskek mezin ji bo balafirên sivîl derketiye holê..
