Pênc saziyên aborî yên sereke yên Almanyayê pêşbîniyên mezinbûna aboriya welat bilind kirin.. Li gorî rapora hevpar, pêşbîniya mezinbûna îsal ji %0.6 gihîşt %1.3..
Ji bo sala bê jî pêşbîniya mezinbûnê ji %0.9 bû %1.1.. Enstîtuyên aborî ji bo sala 2028an mezinbûnek li dora %0.4 pêşbînî dikin.. Tevî başbûna hinardekirinê û pîşesaziya hilberînê, hin pirsgirêk berdewam in..
Mesrefên bilind ên enerjiyê, bandorek neyînî li ser sermayeguzariyên şîrketan dihêlin.. Sermayeguzariyên şîrketan û xerckirina kesane, di bin zexta giran de ne..
