Wezareta Çand û Geştyariyê ragihand: Di heyama Çile-Tebaxê de 34 mîlyon geştyar hatin.. Lê ev hejmar, li gorî heman dema par sedî 1.84 kêmbûnek nîşan da..

Di Tebaxê de 6 mîlyon 963 hezar geştyar serdana Tirkiyeyê kirin. Kêmbûneke biçûk.. Di heşt mehan de, Rûsya bi 4 mîlyon 717 hezar geştyarî pêşeng bû.. Almanya bi 4 mîlyon 391 hezar geştyarî li dû Rûsyayê cih girt..

Îngiltere, Îran û Bulgaristan jî di nav pênc welatên sereke de bûn.. Stenbol bi 12 mîlyon geştyarî deriyê sereke bû, Antalya di Tebaxê de jî..