Wezîrên karên navxweyî yên Yekîtiya Ewropayê rêziknameya koçberiyê ya tund pejirand. Armanc sirgûnkirina bibandor e.. Ev rêzikname destûrê dide avakirina navendên sirgûnkirinê yên nû li welatên sêyem..

Kesên bê destûra rûniştinê, dê bo van navendên derveyî yên nû werin şandin.. Welatên wek Almanya, Danîmarka û Hollanda ji bo van navendan xebatan dikin.. Wezîrê navxweyî yê Almanyayê diyar kir ku li ser lihevkirinê xebat didomin..

Ruanda û Ûganda wek welatên mimkun ji bo navendan tên gotin.. Ev gavên nû, reformên Pergala Penaberiyê ya Yekgirtî ya Ewropayê tundtir dikin..