Serokê Rûsyayê Vladîmîr Pûtîn diyar kir ku hin derdorên Ewropayî li benda êrîşa Rûsyayê ne.. Pûtîn tekez kir ku Rûsya ji bo şerê li gel Ewropayê amadekarî nake, plana wê nîne..

Pûtîn got ji bo zêdekirina aloziya têkiliyên bi Ewropayê re tu sedemek rastîn nîne.. Pûtîn ragihand ku hin derdor Ukraynayê ji bo şerê dijî Rûsyayê dixwazin.. Ev polîtîka ji bo astengkirina pêşketina Rûsyayê û hêdîkirina wê têne meşandin..

Pûtîn got welatiyên Ewropayê bi hestên êrîşa Rûsyayê tên xapandin.. Pûtîn ev îdîa wekî xurafeteke tam û pûç bi nav kir..