Guhertina dîjîtal li seranserê cîhanê di sektora bankayê de zû belav dibe û pêş dikeve.. Lê hin kom zehmetiyê dikişînin ku xwe li gorî vê rewşê biguncînin û adapte bibin..
Bi taybetî jî welatiyên me yên temen mezin ji ber vê rewşa nû zirarê dibînin.. Mecburiyeta dîjîtal di karên bankayê de ji bo wan bûye sedema gelek pirsgirêkan.. Piraniya welatiyên temen mezin nikarin bi hêsanî bankatiya mobîl bi kar bînin..
Ji ber vê yekê ji bo karên xwe yên hêsan jî hewcedarê alîkariya personelên şaxê ne.. Pispor balê dikişînin ser girîngiya piştgirî û xizmetên rû bi rû ji bo wan..
