Li Belçîkayê, faîza tahvîlên 10 salî roja Duşemê ji sedî 4,3 derbas kir.. Ev rêje, ji destpêka sala 2012an ve asta herî bilind e..

Faîzên bilind lêçûnên deynan zêde dikin, zextê li darayîya giştî dikin.. Ev rewş ji bo bazara xaniyan jî wekî pêşveçûneke neyînî tê dîtin.. Zêdebûna faîzên demdirêj ne tenê li Belçîkayê, lê li seranserê cîhanê ye..

Li DYA, faîza tahvîlê derket ji sedî 5,27, asta herî bilind a 20 salan.. Li Elmanya ji sedî 3,6, li Fransa jî ji sedî 4,7 derbas bûye..