Almanya Federal Ofîsa Îstatîstîkê daneyên nû yên deynê giştî yê welat eşkere kir.. Deynê giştî yê welêt bi 26,3 milyar euro li çaryeka duyem zêde bû..
Bi vê zêdebûnê deynê giştî niha gihîşt 2 trîlyon 753,5 milyar euroyî bilind.. Deynê federal bi 20,5 milyar euro zêde bû û fonên taybet berpirsiyar bûn.. Deynê fonên binesaziyê û yê artêşê bi awayekî berçav li welat zêde bûn..
Aboriya Alman di çaryeka duyem de li gorî hemî hêviyan zêdetir mezin bû.. Kêmasiya budçeya giştî ya dewletê îsal tê payîn ku bigihîje 4,1 ji sedî..
