Serokomarê Fransayê Emmanuel Macron, lihevkirina DYA û Danîmarkayê ya li ser Grînlendayê pîroz kir.. Ev lihevkirin bo kontrola ewlehiya daîmî ya DYA li ser Grînlendayê pêk hat..

Macron diyar kir ku lihevkirinê rewş aram kiriye û serweriya Danîmarkayê piştrast kiriye.. Wî destnîşan kir ku lihevkirin wê hevkariya bo berjewendiya gelê Grînlendayê xurt bike.. Di çarçoveya NATOyê de tatbîqatên hevpar dê bidomin, hevkariya li ser madenên krîtîk girîng e..

Lihevkirin piştî daxuyaniyên Donald Trump yên li ser kirîna Grînlendayê hat kirin.. Grînlenda ne firoş e, Yekîtiya Ewropayê jî balê dikişîne ser ewlehiya Arktîkê..