Li bakurê rojhilatê Sirbîstanê şewata daristanê ya li Qûmên Deliblato derket.. Şewat, piştî xebatên 52 rojan yên dijwar û domdar, bi tevahî hat vemirandin..

Wezîrê Navxweyî yê Sirbîstanê, Îvîka Daçîç, ragihand ku şewat kontrol bûye.. Daçîç got ku ev şewat, yek ji mezintirînên dîroka Sirbîstanê bû.. Welatên Yekîtiya Ewropayê, Çekya, Slovakya û Romanya jî beşdarî vemirandinê bûn..

Di dema vemirandina şewatê de, ti kesî jiyana xwe ji dest neda.. Zêdeyî 560 agirkuj û 170 wesayît beşdar bûn, Daçîç spasiya tîman kir..