Almanyayê piştî pênc mehan cara yekemîn di meha Tîrmehê de îxracata wê kêm bû. Kêmbûna îxracatê ji ber daxwaziya qels a Çîn û Herêma Ewroyê bû.

Li gor daneyên Destatisê yên demkî, îxracat ji sedî 0,8 kêm bû. Analîstan hêvî dikir ku kêmketinek bisînortir, ji sedî 0,5 be, pêk were. Sewqiyatên ji bo Çînê ji sedî 9,5, yên Herêma Ewroyê ji sedî 2,8 kêm bûn.

Li hember vê yekê, îxracatên ji bo Amerîkayê ji sedî 19 zêdetir bû. Her wiha îtxalat jî ji sedî 5,7 kêm bû, fazlaya bazirganî zêde bû.