Li Bulgaristanê, operasyoneke berfireh li dijî rêxistineke qaçaxcîtiya koçberan hat lidarxistin.. Di vê operasyonê de 22 kesên bi guman hatin binçavkirin. Gelek agahî hatin bidestxistin..
Rêxistinê koçberan ji Tirkiyeyê ber bi welatên Yekîtiya Ewropayê ve bi neqanûnî dibir.. Hin koçber di beşên veşartî yên kamyonan de hatin veguhestin û li wir hatin dîtin.. Herwiha, hin koçber li Sofyayê di malên amadekirî de diman, berî rêwîtiyê..
Di operasyonê de gelek telefon, kartên SIM û belgeyên kirê hatin dîtin.. 7 kes bi tawanbarîya damezrandina rêxistina sûc hatin tawanbarkirin. Lêpirsîn bi tundî dewam dike..
