Parlamentoya Bulgaristanê mekanîzmaya nû ya mûçeya herî kêm di xwendina yekem de qebûl kir.. Ev pêşnûmaya qanûnê ku ji aliyê Civata Wezîran ve hatibû amadekirin, ji 119 parlamenteran piştgirî stend..

Lê belê, 7 parlamenterên Demokratîk ên Bulgaristanê û 45 parlamenterên opozîsyonê li dij derketin.. Mûçeya herî kêm dê li gor çar pîvanên sosyoekonomîk bê destnîşankirin û diyar kirin.. Ev pîvan mesrefa debara jiyanê, hêza kirînê û asta giştî ya mûçeyan in..

Herwiha rêjeya zêdebûna mûçeyan û berhemdariya kedê ya demdirêj jî di nav de ne.. Wezîra Kar: Diyaloga civakî bingeha mekanîzmaya nû ye ji bo aramî û hevsengiyê..