Li Fransayê, li bajarê Besançonê operasyonek girîng dijî tora narkotîkê hate lidarxistin.. Di operasyonê de çar gumanbar hatin binçavkirin û hatin zindanîkirin. Zêdeyî 58 kîlo madde..
Lêpirsîna polîsan ji meha Tebaxa 2025an ve bi awayekî berfireh dihat meşandin.. Di malên gumanbaran de 12,2 kîlo ketamîn, 29,3 kîlo reçîneya esrarê hat dîtin.. Herwiha 6,7 kîlo kubar esrar, 9,6 kîlo ekstazî û 549 gram kokaîn jî..
Bi tevahî 8 hezar û 830 euro pere, wesayît û tiştên biha hatin desteserkirin.. 19ê Îlonê li dijî çar gumanbaran doz hat vekirin û ew hatin girtin..
