Karmendên gumrukê yên Kapitan Andreevo li Bulgaristanê otomobîleke ji Tirkiyeyê hatî kontrol kirin. Di otomobîlê de tevayî 913,80 gram sikkeyên zêr û tiştên zêrîn hate dîtin.

Nirxa van zêrên ku hatin desteserkirin bi 104 hezar 981 ewroyî hate texmînkirin. Şofêr û rêwiyê li kêleka wî rûniştî xwe wek hemwelatiyên Romanyayê îfade kirin. Ew dixwestin bi riya Tirkiyeyê û Bulgaristanê biçin Romanyayê lê tiştek ragihandin nekirin.

Piştî analîza xetereyê otomobîl bi hûrgilî hate kontrol kirin di binê kapaxa bagajê. Di poşetên naylon şefaf de zêr û sikke hatin dîtin otomobîl hate desteserkirin.