Hikûmetên Ewropî piştî bilindbûna bihayên sotemeniyê, bacgirtina qezencên şîrketên petrolê dixwazin.. Wezîrê Darayî yê Almanyayê, ji Komîsyona Ewropayê metodên bacgirtina qezencên zêde xwest..
Komîser Dombrovskis got: Komîsyon niha mekanîzmayek bacgirtinê ya hevpar plan nake.. Dombrovskis got: Welatên Yekîtiya Ewropayê di sepandina bacên neteweyî de azad in.. Li Yekîtiya Ewropayê, bihayên benzînê %24, yên mazotê %38 zêde bûne..
Bihayên sotemeniyê yên rekor, zexta li ser aborî û xerîdaran zêde dikin.. Ev rewş, nîqaşên bacgirtina qezencên şîrketên petrolê dîsa xist rojevê..
